Jİ BO ÇAPEMENÎ U RAYA GİŞTÎ
“17ê Çileya Pêşîn roja Ala Kurdistanê, Ala Rengîn e.”
fikrê wê alayê di sala 1919an de ji aliyê Komeleya Tealî ya Kurdistan ê derketiye holê,
Ji wî wextî hata niha ev 100 sal in ku ew Ala hatiye çêkirin.
Ala Serhildana Agiriyê, ya Îhsan Nûrî Paşa bikar aniye,
Alaya Xoybûnê ye, di sala 1927an de li Libnanê kom bûn û ew ala qebûl kirin.
Ew ala ya bi rengên kesk û sor û zer di Serhildana Agiriyê de hat bilindkirin.
Di deme şêx Mahmud u serhildane şêx said de hatiye bi karanin.
Di dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de, serok komar Qazî Mihemmed de, Ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebul kirin, cara pêşin li bircên Mahabadê hate çıkandin u vê alayê Qazî jibo parastin u pejirandinê wek rumeteke bi nirx emanetê Fermanderê giştîyê hêzên Leşkerîyên Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî kiriye.
Al, remz u sembola miletane, Her miletek Ala xwe heye.
Lewra al remz u nîşana taybetmendî u cudavanîya miletane.
Her alek xasyeta firqet u cudahîyek tîne ziman,
Al her wiha hacetê nasîn u danasîna miletane jî.
Al bi taybetî ji bo gelên azad u serbixwe wek perçemek nîşanê tê hisab kirin.
Ala Kurdistan, ji rengên kesk u sor u zer u spî berîteye.
Li ser van xetên rengîn bi 21 tîrêj roj ( hetav) heye.
Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye,
Kesk, rengê deşt u çîya u banîyên welat e, bereket xweşîye;
Sor, agirê Zerdeştê Kal u xwîna lehengên Kurde;
Zer, azadî u ronahîye,
Spî, aşti, masûmîyet u rastevanîye.
21 tîrêjên rojê jî, remza hetava Mezopotamyayê, ango remza Newrozê ye.
Em wek PARTIYA AZADÎ, roja Alaya Kurdistanê bi kêf u şahi pîroz dikin.

More Stories
ROBOSKÎ
Çalakiyên li Kurdîstanê me xemgin dikin!
BASINA VE KAMUOYUNA: